Îran bi dronan manovreke mezin a leşkerî dike

Medyaya Îranê dibêje, artêşa wî welatî roja Çarşembê manoreke mezin a leşkerî dike û tê de 150 dronan bikar tîne ku wê hêza xwe pêşan bide.
24.08.2022, Çar - 12:44
Îran bi dronan manovreke mezin a leşkerî dike
Nuçe Belav bike

Cîgirê Kordînatorê Hêzên Çekdarî yê Îranê, Hebîbullah Seyarî roja Sêşembê 23ê Tebaxa 2022 ji medyaya fermî ya wî welatî got, di manovrê de dê hêza dronan a şerkirinê û lêdana armancan bê deribandin.

Hebîbulla Seyarî herwiha gotiye: “Ev cara yekemîn e ku manoreke hevbeş a dronan di asta çar hêzên artêşa Komara Îslamî ya Îranê û hêza asmanî ya welat de tê kirin.”

Nehatiye diyarkirin ka dê manorveya dronan a Îranê dê çend rojan berdewam be.

Îran di dema heşt salên şerê li dijî Iraqê de, di navbera salên 1980 û 1988an de dest bi çêkirina dronan kir.

Seyarî dibêje: “Ya ku tê nîşandan, tenê beşek ji hêza dronan a artêşa Îranê ye ku di qadên cuda yên çavdêrî, komkirina zanyarî û şer de tên bikaranîn.”

Ew berpirsê leşkerî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew manovra dronan dê “ji avên germ ên Kendav û Deryaya Umanê ve ji başûr heta rojhilat, rojava, bakur û naverasta welêt bê kirin.”

Meha Tîrmehê (Temûz) dema ku Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Rojhilata Navîn kir, artêşa Îranê yekemîn yekîneya keştî û jêrderyayiyên xwe ku dikarin dronên şer hilgirin, eşkere kir.

Meha Gulanê televîzyona fermî ya Îranê dîmenên baregeheke asmanî ya dronan li rêzeçiyayên Zagrosê belav kiribû.

Amerîka û Îsraîl berê Tehran bi bikaranîna dron û mûşekan bo êrîşkirina ser hêzên Amerîkayê û keştiyên ser bi Îsraîlê li Kendavê tohmetbar kiribûn.

Di Tîrmeha îsal de Waşingtonê ragihandibû, plana Îranê heye “sedan dronan” bide Rûsyayê daku di şerê li dijî Ukraynayê de bikarbîne, lê Tehranê ev yek wek “tohmeta bê bingeh” binav kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 757 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:48