Hunermendê Îranî Tûmac Salihî bi tohmeta “sazkirina xwepêşandanên Jîna Emîniyê” yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû desteserkirin.
Rapbêj Tûmac Salihî 8ê Çiriya Paşîna 2022yan li gundê Gerdbişayê yê navçeya Gandomaniyê ya parêzgeha Çevarmehalê hatibû girtin û li Girtîgeha Îsfehanê hatibû bicihkirin.
Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê bi “propagandaya dijî rejîmê, ji bo têkbirina ewlehiya welêt avakirin û rêvebirina grûpên neqanûnî, hevkariya bi dijminan re, belavkirina derewan, têkdana raya giştî bi rêya medyaya civakî û tertîbkirin û teşwîqa xelkê ji bo karên tundûtûjiyê” sala 2023yan biryara îdamê li Tûmac Salihî birîbû.
Li ser îtiraza parêzerên Tûmac Salihî Dadgeha Bilind a Îranê cezayê îdamê hilweşandibû û cezayê girtîgehê li Tûmac Salihî birîbû.
“Biryara Dadgeha Bilind nehat qebûlkirin”
Îro Parêzerê Tûmac Salihî, Emîr Reîsiyan ji Rojnameya Sharka Îranê re axivî û diyar kir ku Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê biryara Dadgeha Bilind bi cih neaniye.
Parêzerê Tûmac Salihî, Emîr Reîsiyan got:
“Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê gaveke nedîtî avêt, biryara Dadgeha Bilind a li ser Tûmac Salihî bi cih nekir û bal kişand ser serxwebûna dadgeha jêrîn.
Balkişandina ser wê ku Tûmac Salihî fesadiya li ser rûyê erdê kiriye û dinyayê xera dike careke din biryara îdamê li wî birî.”
Berpirsên parêzgariya Îsfehanê ya Îranê eşkere kiribû ku Tûmac Salihî dema dixwest ji Îranê bireve hatiye desteserkirin.
Li aliyê din medyaya nêzîkî Hikûmeta Îranê vîdeoyek belav kiribû, tê de kesekî ku tê îdiakirin Salihî ye, poşmaniya xwe ji bo piştgiriya xwepêşandanan nîşan dide.
Malbat û çalakvanên mafên mirovan gotibûn ku vîdeo bi zorê pê dane girtin.
126 kesayetiyên çalakvanên medyayî, helbestvan, nivîskar û rêxistinên mafên mirovan daxwaza berdana Tûmac Salihî kir.
Şoreşa Jîna Emîniyê
Polîsê Îrşadê yên Îranê 13ê Îlona 2022yan li Tehranê bi hinceta pabendî yasaya hîcabê nebûye şkence li keça Kurd Jîna Emîniyê kiribû.
Jîna Emînî piştî şkenceyê li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest dabû.
Piştî mirina Jîna Emîniyê li seranserî bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû ku ji aliyê gelek medyayên cîhanê ve wekî “Şoreşa Jînayê” hatibû binavkirin.
Xwepêşandanên Şoreşa Jînayê zêdetirî salekê berdewam kir.
Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiya Îranê û xwepêşanderan de derketin.
Li gorî rêxistina Mafên Mirov Mirovan a Kurdistanê di xwepêşandanên Şoreşa Jîna de 537 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatin desteserkirin.