Îran ji bo operasyona Efrînê daxuyanî da
Wezareta Derve ya Îranê îro yekşemê ragihand ku Tehran hêvî dike, Enqere operasyonên xwe yên leşkerî li Efrînê bi lezgînî bi dawî bike.
21.01.2018, Paz - 13:47
Herwiha Tehranê nîgeraniya xwe ji operasyonên Tirkiyeyê li Efrînê ragihand û xwest ku zûka bi dawî bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behrem Qasimî ragihand ku Îran ji nêzîkî ve dişopîne û ji rûdanên li bajarê Efrînê nîgeran in û xwest ku Tirkiye pabendiyê bi pêvajoya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2071 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:25:14