Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Ajansa Fermî ya Îranê re ragihand ku bersiva fermî ya Îranê ji bo nameya Serokê Amerîkayê bi awayekî guncaw û bi rêya Umanê hatiye şandin.
Ebas Eraqçî, "Bersiva fermî ya Îranê ji bo nameya Trump, roja çarşemê, 26ê mehê bi rêya Umanê hat şandin.
Ev bersiva fermî nameyek e ku tê de nêrîn û boçûna me li ser rewşa niha û nameya birêz Trump e ku bi awayekî zelal hatiye şirovekirin û gihîştiye aliyê beramber."
Eraqçî tekez li ser wê yekê dike ku siyaseta wan heman siyaseta berê ye ku nebûna danûstandinên rasterast e di bin zexta zêde û gefên leşkerî de, lê danûstandinên nerasterast, wekî berê jî hebûye, dikare berdewam bike.
Her wiha Eraqçî diyar kir danûstandinên nerasterast di kabîneya Hesen Rûhanî û Îbrahîm Reîsî de jî hebûne.
Roja 12ê Adara îsal, şêwirmendê Serokê Îmaratê nameya Serokê Amerîkayê ji bo Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamîneyî gihand Tehranê.