Televîzyona dewleta Îranê daxuyaniya nivîskî ya desthilata dadweriyê ya derbarê mijarê de weşand.
Li gorî nûçeyê, cezayê Îdrîs Elî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed Resûl ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû pesendkirin, serê sibê li girtîgeha bajarê Urmiyê yê Rojhilatê hat bicihanîn.
Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihand ku girtî Kurd bûne û li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê bi dizî hatine îdamkirin.
Hengawê da zanîn ku mafê her sê girtiyan ê hevdîtina dawî ya bi malbatên xwe re nehatiye dayîn.
Kesên ku hatine îdamkirin, bi îdiaya “hevkarîkirina bi dewletên biyanî yên dijmin re” bi tawanên "têkdan li ser rûyê erdê" (ifsad fil-erz) û "sûcê şer" û her wiha bi anîna alavên sûîqestê nav welêt dihatin tawanbarkirin.
Hatibû îdiakirin ku alavên navborî di sûîqesteke li dijî kesekî de hatine bikaranîn.
Hengawê ragihand ku girtiyên Kurd Îdrîs Elî û Azad Şucaî bajarê Serdeştê yê Rojhilatê ne û Resûl Ehmed Resûl jî ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye.
"Di bin şkenceyên giran de ji bo îtirafê hatin mecbûrkirin"
Li gorî Hengawê, Îdrîs Elî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed Resûl di Tîrmeha 2023yan de ji aliyê Wezareta Îtilaatê ya Îranê ve hatibûn desteserkirin.
Her sê Kurd nêzîkî heşt mehan li navendeke desteserkirinê ya li Urmiyê hatin ragirtin.
Di vê demê de rê nehat dayîn ku girtî malbatên xwe bibînin û bi parêzeran re bikevin têkiliyê.
Wekî ku Hengawê ragihandiye, Îdrîs Elî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed Resûl di dema desteserkirinê de rastî şkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî hatin û bi zext û zordariyê ji bo îtîrafê hatin neçarkirin.
Di Kanûna Pêşîn a 2023yan de li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê hatin darizandin.
Girtiyên Kurd di Çiriya Paşîn a 2023yan de cezayê îdamê li wan hat birîn û biryar di Çiriya Paşîn a 2024an de ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve bi awayekî fermî hat pesendkirin.
Hişyariya Hengawê
Hengawê berê hişyarî dabû ku ji destpêka şerê Îran-Îsraîlê ve, ev girtî di bin metirsiyeke mezin de ne.
Rêxistinê fikarên xwe yên kûr anîbû ziman û diyar kiribû ku cezayên îdamê li ser bingeha îtîrafên bi zorê hatine standin û darizandinên ne adilane ne ku ev jî gavên tolhildanê ne û mafên bingehîn ên mirovan bin pê dikin.
Di rojên borî de Îsmaîl Fikrî yê 30 salî yê Tehranî û girtiyê siyasî yê 27 salî Mihemed Emîn Mehdewî Şayeste bi heman hincetê hatibûn îdamkirin.