Îranê ava Zêya Biçûk girt

Îranê ava Zêya Biçûk girt û ji ber daketina asta avê, kêşe di dabînkirina ava vexwarinê de ji bo navçeya Qeladizê dirust dibe.
17.08.2023, Per - 05:54
Îranê ava Zêya Biçûk girt
Nuçe Belav bike

Rêveberê Projeya Ava Xas a li Pişderê Marif Mehmûd ji Kurdistan24ê re ragihand, îsal Îran bi rêjeyeke zêdetir ava Zêya Biçûk kêm kiriye.

Ava Zêya Biçûk rûbarekî Kurdistanê ye, ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike û di Başûrê Kurdistanê re derbas dibe û dirije çemê Dîcleyê, dirêjahiya wî 400 kîlometre ye û di beşekê de sînorê Îran û Iraqê destnîşan dike.

Li Başûrê Kurdistanê Bendava Dûkanê û li Rojhilatê Kurdistanê jî Bendava Serdeşt li ser wî hatine dirustkirin. Piştî derbasbûna ji Bendava Dûkanê, sînorê herdu parêzgehên Hewlêr û Kerkûkê diyar dike û dirije Dîcleyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 890 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:26