Li gorî medyaya Îranê, ew teqîn di kargeheke kîmyawî de çêbûye.
Hat ragihandin ku kargeha kîmyawî ya ku teqîn lê qewimî li herêma Şehriyar e.
Têkildarî encamên teqînê heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Hat ragihandin ku gelek ekîbên agirvemirandin û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.