Li gor rapora malpera Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw, îro 15.08.2017ê hukmê darvekirinê ya girtiyê kurd ê bi navê Xalîd Emînî li girtîxaneya navenda Ormiyê hat bicîhanîn.
Ew hemwelatiyê kurd bi tometa kuştina bi qesdî hatibû girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê lê hatibû birîn.
Li gor heman çavkaniyê girtiyê kurd ê bi navê Fetah Emînî jî du hefte berî naha li wê zîndanê hatibû darve kirin.
Malpera Hengaw amaje bi vê yekê jî kir ku çend roj berî naha du girtiyên din ên kurd ku navê wan Hemze Rehîmpûr û Tewhîd Heqmuradî ne, li girtîxaneya Zencan û Şîrwan ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve bi tometa peyvendî bi madeyên hişber û kuştina bi qesdî ve hatine darve kirin.