Li gorî ragihandinan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê Xemîs Xancar civiya.
Peyamnêrê K24ê diyar kir, biryar e piştî vê civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Nasir Heyder Ebadî bicive.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û şanda pê re îro danê sibê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir. Endamekî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji K24ê re ragihand, civîna li gel Sûdanê erênî bû û “nûçeyên baş hene”
Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.