Perlemanterekî Kurd dibe Cîgirê Serokê Komara Îslamî ya Îranê

Hisênzade yekemîn Kurd e di dîrka Komara Îslamî ya Îranê de dibe Cîgirê Serokkomarî
27.08.2024, Sal - 13:26
Perlemanterekî Kurd dibe Cîgirê Serokê Komara Îslamî ya Îranê
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pizîşkiyan fermana destpêkirina karî ji bo perlemanterê Kurd Ebdilkerîm Hisênzade wekî Cîgirê Serokkomarî derxist, ku dê ji doza pêşxistina gundan û deverên dûr berpirsyar be.

Hisênzade, ku endamê Lijneya Avedankirinê û Nûnerê Şêniyên Bajarên Nexede û Şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê li Perlemana Îranê ye, dibe yekane perlemanterê Kurd û Sune di kabîneya 14ê ya Hikûmta Îslamî ya Îranê de ku, piştî şoreşa Îslamî ya Îranê vî postê bilind yê Komara Îslamî ya Îranê werdigire.

Pizîşkiyan di fermana xwe ya komarî de nivîsiye, “Ezmûna bişiyan û sozên Ebdilkerîm Hisênzade sedem bûn ku ji bo vî postî bê raspartin û biryara destpêkirina karî jê re bê derxistin.”

Biryara Pizîşkiyan duhî (Duşem, 26.08.2024) derketiye û tê de hatiye, “Bi merema baştirkirina jîn û jiyara gundiyan û pêşxistina gundan û tekezkirina li ser rolê gundiyan ji bo bidestxistina aborekî bihêz û mukom, biryara Cîgirê Serokkomarî hatiye derxistin ji bo ku çavdêrî û serperiştiya karan û hevahengiya bi dezgehên peywendîdar re bike.”

Ebdilkerîm Hisênzade li sala 1980ê li bajarê Nexedeyê yê Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye ser dinyayê, û kesatiyekî siyasî yê Kurd e ji desteya çaksazîxwazên Îranê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:04:23