Kerîmyan ku bi eslê xwe Kurdê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye demeke dirêj bû ji bo çêkirina filman li Rojavayê Kurdistanê dima.
Hêzên Tirkiyeyê 25ê Kanûna Pêşîn bi dronan êrişî bajarokê Swediyê yê Dêrikê kiribû.
Di encama êrişê de, derhênerê ji bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê Mansûr Karîmyan canê xwe ji dest dabû.
Piştre cenazeyê Kerîmiyan ji Rojavayê Kurdistanê anîbûn Başûrê Kurdistanê da ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin û li bajarê Sineyê were veşartin.
Lê desthilata Îranê rê neda ku cenazeyê derhênerê Kurd derbas bibe.
Ji ber wê yekê, cenazeyê Kerîmyan dê di 7ê vê mehê de li Silêmaniyê were veşartin.
Mansûr Kerîmyan kî ye?
Mansur Kerîmyan sala 1984an li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Kerîmyan 20 sal in bi sînemayê re mijûl dibû.
Lîstokvan û derhênerê Kurd di filmên dirêj ên wekî “Bexteweran”, “Kirêçiyekan”, “Keylan”, “El-Kadud le Bexda”, “Tava Sor û Evîna Kurd” û di kurtefilmên wekî “B+” û “Firîna Masiyekan” de lîstiye.