Îranê wênegireke kurd ji ber parvekirina wêneyên Qazî Mihemed destser kir

Hêzên Îtlaatê yên rejîma Îslamî ya Îranê jina ciwan a bi navê Neşmîl Sohrabî ya wênegir û çalakvan destser kiriye, bi sedema di salvegera Komara Mahabad de wêneyên Qazî Mihemed belav kirine li bajarê Bokanê.
23.01.2017, Pts - 15:13
Îranê wênegireke kurd ji ber parvekirina wêneyên Qazî Mihemed destser kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya RojNewsê ku dispêre malpera Mirovayetiyê, hêzên îtlaatê yên rejîma îslamî ya Îranê ya bajarê Bokanê bêyî ti delîlan raber bike û herwiha li benda darizandinê bimînin êrîş birin ser malbata Sohrabî û wênegira bi navê Neşmîl Sohrabî desteser kiriye.

Ji aliyê din ve, kesekî ji endamên malbata Sohrabî agahî dane malpera Mirovayetiyê û gotiye; "Hêzên Îtlaata Îranê îdia dikin ku wan Neşmîl, ji ber di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê de li parka Sahîlê ya Bokanê di nava ciwanan de propagandaya siyasî kiriye û wêneyên Qazî Mihemed belav kirine, desteser kiriye. Bêyî ku ti delîlî pêşkêş bikin yan jî li benda darizandinê bimînin".

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin wênegir û çalakvan Neşmîl Sohrabî hîn desteserkirî ye û lêpirsîn berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1913 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:48:55