Xamineyî: Kurd parçeyekî me ne

Elî Xamineyî ji Serokê Herêma Kurdistanî re eşkere kiriye ku ew Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.
11.05.2024, Cts - 11:04
Xamineyî: Kurd parçeyekî me ne
Nuçe Belav bike

6ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî re civiyabû.

Malpera fermî ya Elî Xamineyî îro behsa naveroka civîna Elî Xameneyî û Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî malperê Elî Xamineyî ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye:

“Em civaka Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.”

Li gorî malperê di civînê de Elî Xamineyî behsa pêwendiyên bihêz ên xelkê Îranê yê bi Kurdan re kiriye.

Elî Xamineyî herwiha li ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê jî got:

“Çi li Îraqê be çi li Îranê be, em civaka Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.

Ew parçeyekî me ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina berpirsên Îranê 5ê Gulanê çûbû Tehranê û bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û berpirsên din ên Îranê re jî civiyabû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 785 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:02:22