Amerîkayê hejmareke êrîşên asmanî kir ser Yemenê

Careke din Amerîkayê hejmareke êrîşên asmanî kir ser parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê.
21.04.2025, Pts - 10:36
Amerîkayê hejmareke êrîşên asmanî kir ser Yemenê
Nuçe Belav bike

Amerîkayê careke din hejmareke êrîşên asmanî kir ser girava Kameranê ya parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê û herwesa çend deverên din jî bombebaran kirin.

Amerîkayê heşt êrîşên asmanî kirin ser pêgeh û sekoyên moşekan ên Hûsiyan li girava Kameranê ya parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê.

Amerîkayê tekîd jî kir ku, êrîşên wê yên din ên asmanî pêgehên Hûsiyan li bajarkê Cubeyê li başûrê bajarê Meiribê bombebaran kirine.

Ji aliyekî din ve jî medyayên girêdayî Hûsiyan parve kiriye, “Ji ber êrîşên asmanî yên Amerîkayê, bi kêmî ve 12 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.”

Balafirên şerî yên Amerîkayê şevêdî êrîşeke giran kir ser Yemenê. Medyaya Hûsiyan ragehand, “Amerîkayê nêzî 50 êrîşên asmanî kirine ser çar parêzgehên Yemenê, ev jî yek ji dirêjtirîn êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser Yemenê bû di vê demê de.”

Wê bombebaranê bajarên Sana, Hudeyde û herwesa kinarên deryayan û çend taxên paytexta Yemenê jî vegirtine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:04:24