Amerîka operasyona Reqqayê wê bi YPGê re bike

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de îdîa kir ku Amerîka digel îtîrazên Tirkiyeyê wê operasyona Reqqayê bi YPGê pêk bîne.
07.03.2017, Sal - 06:37
Amerîka operasyona Reqqayê wê bi YPGê re bike
Nuçe Belav bike

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de got: "Amerîka û Rûsya ji bo Tirkiye nekeve bajarê Minbiçê li ser peymanekê li hev kirine. Amerîka ji bo operasyona Reqqayê bi YPGê re plan amade kiriye û wê ji 2 milan operasyon were pêk anîn û dê Iraq jî tevlî operasyonê bibe."

Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Ji Minbiçê bo Reqqayê wê ji xeta bakur ve ber bi başûr ve dest bi operasyonê bikin. Li gorî vê operasyon wê bi Heza Taybet a Amerîkayê û bi HSDê ku ji sedî 70yê wê hêza YPGê were destpêkirin. Li gorî planan Hêza Taybet a Amerîka û YPG wê ji Minbiçê destpê bikin. Di operasyona Reqqayê de tita suprîz jî hebûna eniya iraqî ye. Operasyona duyemîn a li hemberî Reqqayê jî xeta Iraqê ji rojhilat ber bi rojava dê were destpêkirin."

Selvi di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Plana operasyona Reqqa ya Pentagonê hêdî hêdî eşkere dibe. Lê pêşî di serî de hişyar bikim ku eb plan ne plana Amerîka ya dawî ye. Pentagon plana xwe zû eşkere kir ku bikaribe Serok Trump qanih bike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:10