Artêşa Israîlê kuştina serkirdeyekî Hemasê û du hevalên wî piştrast kir

Artêşa Israîlê ragehand ku, Serkirdeyê Bizava Hemasê Wîsam Hazim û du hevalên wî di operasyonekê de li bakurê Samiriyeyê kuştine.
31.08.2024, Cts - 10:09
Artêşa Israîlê kuştina serkirdeyekî Hemasê û du hevalên wî piştrast kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Israîlê serê sibeha duh (În, 30.08.2024) di beyannameyekê de ragehand, di operasyoneke artêşa Israîlê û zêrevanên ser sinorî li bakurê Samiriyeyê de, erebeyek li nêzî bajarkê Cenînê li bakurê kertê rojava di dema rûbirûbûna wê li gel artêşê de, Serkirdeyê Bizava Hemasê Wîsam Hazim û du hevalên wî kuştine.

Artêşa Israîlê amaje jî da, “Wîsam Hazim dest di kirin û arastekirina operasyonên teqekirin, terorkirin û teqandina teqemeniyan de hebû, ji bilî kiryarên din ên teroristî li Yehoda û devera Samiriyeyê.”

Artêşa navbirî eşkere jî kir, “Balafira Hêza Asmanî ragehandiye ku du kesên jî hatine kuştin ku din li bin destê Wîsam kar kiriye û bizav dikir bi wî re bi erebeyê birevin, ew jî çalakvanên Hemasê Meysere Meşerqa û Erefat Amir bûn.

Di dawiya wê beyannameyê de hatiye, “Di nav wê erebeyê de çekê M16 û demanceyek û teqemenî û bombên gazê hebûn.”

Pêştir Lîwayên Qudsê ragehandibû ku, teqandina teqemeniyan li hêzeke piyade ya artêşa Israîlê li mîhwerê Beyaderê li Cenînê zirarên canî hebûn.”

Serê sibeha roja Çarşemê, artêşa Israîlê êrîşeke berfireh bo ser Cenîn, Tubas û Tilkeremê dest pê kir, ku wekî mezintirîn êrîşa bi wî awayî li kertê rojava ji sala 2002ê ve tê danan.

 

Vî nûçeyê tevayî: 354 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:40:23