Artêşa Iraq'ê kete Tilafer'ê

Ajansa Nûçeyana Reuters'ê ragihand ku artêşa Iraq'ê ketiye nava sinorê Tilafer'ê.
22.08.2017, Sal - 11:10
Artêşa Iraq'ê kete Tilafer'ê
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya operasyona kontrolkirina Tileferê de, Artêşa Iraqê, li gel hêzekî Heşda Şeibî, îro danê sibê ketine nava başûrê û Rojhilatê bajarê Tilafer'ê.

Di çarçoveya operasyona kontrolkirina Tileferê de, Firqeya 9 a Zirxpoş a Artêşa Iraqê, li gel hêzekî Heşda Şeibî, îro danê sibê ketine nava Taxa Xezra ya li başûrê Tileferê.

Ferandeyê Operasyonên Em Hatin Tileferê Ebdulemîr Reşîd Yarellag ragihand, hêzên Dije Terorê di duyemîn roja operasyonê de gundên Til Rehal, Cebare, Husên Îdrîs, mela û mecîd kontrol kirine.

Evg di demekê de ye, roja Duşemê 21-08-2017, Heşda Şeibî ragihandibû, ku çekdarên DAIŞê agir berdane hinek bîrên petrolê yên Tileferê.

Li gorî daxuyaniyê, DAIŞî dixwazin bi rêya derxistina dûmanê pêşiya dîtina firokeyan û bombebaranan bigrin.

Roja Yekşemê 20-08-2017ê, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî, destpêkirina operasyona rizgarkirina Tileferê ragihandibû.

Tilefer dikeve bakûrê rojavayê parêzgeha Nînowa û bajarê Mûsilê. Rûberê navçeyê 28 kîlometre ye. Li gorî amarên Wezareta Bazirganî ya Iraqê yên Kanûna sala 2010ê, hejmara nîştecihên Tileferê 281 hezar kes bûne.

Piraniya nîştecihên Tileferê tikrmen in, herwiha kurd û ereb jî li vê navçeyê dijîn. Piraniya tirkmenên li Tileferê jî sunnî ne û beşek wan jî şîe ne.

Tilefer yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye. Tilefer 70 kîlometreyan ji Mûsilê dûr e û 57 kîlometreyan dûrê sînorê Tirkiyê ye û 60 kîlometreyan jî dûrê sînorê Sûriyê ye. Nahyeyên Rebîe û Yaziye ser bi navçeya Tileferê ne û dikevine sînorê Şingal û Rojavayê Kurdistanê.

Tilefer di Hezîrana sala 2014ê de ketibû destê çekdarên DAIŞê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:22