Azerbeycanê balyozxaneya xwe ya li Îranê bi temamî daxist
piştî ku, roja înê li Tehranê êrîşekî çekdarî li ser balyozxaneya Azerbaycanê hatibû kirin û di encam de du kes hatibûn kuştin, îro 30.01.2023yê Azerbayicanê ragihand ku, balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi temamî vala kiriye.
30.01.2023, Pts - 09:47
Li gor daxuyaniya hikûmeta Azerbaycanê, tevahiya çalakiyên xwe yên dîplomatîkî rawestandiye û tevahiya dîplomatên xwe jî ji Îranê derxistiye.
Weke tê zanîn ji ber şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê jî di navbera Îran û Azerbaycanê de nakokiyên gelek mezin hene.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:30