Çekdarên DAIŞê ji tirsa Heşda Şeibî jinên xwe dibin eniya şerî!

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Aynî ya Kurdistanê Merîwan Neqşbendî got, li gorî agahiyên ku ketine destê me çekdarên DAIŞê jinên xwe din eniya şer ji ber ku ditirsin dema ew hatin kuştin, jinên wan bikevin destê Heşda Şeibî.
15.01.2017, Paz - 09:39
Çekdarên DAIŞê ji tirsa Heşda Şeibî jinên xwe dibin eniya şerî!
Nuçe Belav bike

Çekdarên DAIŞê li Mûsilê, ji bona ku jinên wan nekevin destê Heşda Şeibî (milîsên şîe)jinên xwe dibin eniya şerî.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Aynî ya Kurdistanê Merîwan Neqşbendî got, li gorî agahiyên ku ketine destê me çekdarên DAIŞê jinên xwe din eniya şer ji ber ku ditirsin dema ew hatin kuştin, jinên wan bikevin destê Heşda Şeibî.

Merîwan Neqşbendî her wiha got, her çekdarekî DAIŞê tê kuştin jina wî zû didin çekdarekî din, jixwe qazî jî bi wan re heye û hema zû li wir li hev mare dikin!

Wî rayedarê Wezareta Ewqafê da zanîn ku beşek mezin ji çekdarên DAIŞê kilîtek bi kumê xwe ve kirin, qaşo kilîta biheştê ye! Dema hatin kuştin bi kilîtê deriyê behiştê vedikin!

Pisporên mafên mirov û zanayên îslamî dibêjin, çekdarên DAIŞê tenê bo bicîhanîna hevesên xwe yên cinsî sûdê ji jinan werdigirin û ti qîmeteke jinan li ba wan nîne .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1703 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:56