CIA: Êrişên Amerîkayê ziyaneke mezin gihandiye saziyên atomî yên Îranê

Birêvebirê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe ragihand ku êrişên Amerîkayê "ziyaneke mezin" gihandiye tesîsên nukleer ên Îranê û bernameya wê bi çend salan bi paş xistiye.
26.06.2025, Per - 14:47
CIA: Êrişên Amerîkayê ziyaneke mezin gihandiye saziyên atomî yên Îranê
Nuçe Belav bike

Ev daxuyanî berevajî raporeke îstixbaratî ya ajansên Amerîkayê ye ku agahiyên wê derketibûn, ku tê de dihat gotin êrişa Amerîkayê ziyaneke mezin negihandiye tesîsên nukleerê.

Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe, derbarê bandora êrişên esmanî yên Amerîkayê li sê saziyên serekî yên atomî yên Îranê got, "Tesîsên serekî hatine wêrankirin."

John Ratcliffe her wiha xwe ji wê yekê dûr girt ku bibêje bernameya atomî ya Îranê bi temamî ji holê hatiye rakirin.

"Ji bo ji nû ve bipêşxistina wê bernameyê pêwîstî bi çend salan heye"

Ratcliffe amaje pê kir ku komeke agahiyên îstixbaratî yên pêbawer nîşan didin ku bernameya atomî ya Îranê ji ber êrişên Amerîkayê ziyeneke mezin dîtiye û ji bo ji nû ve bipêşxistina wê bernameyê pêwîstî bi çend salan heye.

Ratcliffe got, "Ev agahî, zanyariyên nû yên ji çavkaniyên pêbawer in ku piştrast dikin ku hinek saziyên serekî yên atomî yên Îranê hatine wêrankirin."

Ev agahiyên nû yên Birêvebirê CIAyê, rojekê piştî wê yekê tên ku nirxandineke destpêkê ya dezgeheke îstixbaratî ya Pentagonê ku agahiyên wê derketibûn, amaje bi wê yekê kiribû ku pêkhateyên serekî yên bernameya atomî ya Îranê piştî bombebaranên Amerîkayê bê ziyan mane.

Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya NATOyê de dubare tekez kir ku êrişa wan saziyên atomî yên Îranê "bi temamî wêran kirine."

Serokê Amerîkayê û berpirsên birêvebiriya wî rexneyên tund li rapora ajansên îstixbarata leşkerî ku agahiyên wê derketibûn girtin û ew wekî "hewleke medyayî ji bo kêmkirina destkeftên êrişê" bi nav kirin.

"Çavkaniyên wan ne rewa ne"

Piştî belavbûna daxuyaniya xwe, Birêvebirê CIAyê li ser tora civakî ya X jî wiha nivîsî:

"Daxuyaniya min ji bo piştrastkirina agahiyên CIAyê ye ku berevajî wan raporan e ku çavkaniyên wan ne rewa ne, derbarê wêrankirina saziyên sereke yên atomî yên Îranê."

 

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:33