Li Kabula paytexta Efxanistanê, di encama teqîneke xwekujiyê de li nêzîkî Balyozxaneya Rûsyayê, du dîplomatkarên Rûsî canê xwe ji dest dan û çendîn kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Rûsî RT ragihand, dema ku hejmarek kes li pêş deriyê balyozxaneyê rêz bûn, kesekî xwekuj nêzîkî wan bû û xwe teqand.
Berdevkê Polîsê Talîbanê Xalid Zidran jî daxuyaniyek belav kiriye ku ew dibêje "welatiyekî sivîl canê xwe ji dest da û 10 kes ji birîndar bû".
Xalid Zidran li ser Twitterê diyar kiriye: “Xwekuj beriya ku bigihîje pêşiya balyozxaneyê, ji aliyê pasevanan ve hat kuştin û ew teqemeniya ku pê re bû, teqiyaye.”
Heta niha amarên rastîn ên bûyerê ne diyar in, beşek ji medyayan behsa hejmareke zêdetir a qurbaniyan dikin.
Hêzên Talîbanê çavdêriya cihê bûyerê dikin û niha hatûçûna li wê navçeyê qedexe ye.
Rûsya tek ji wan welatan e ku pêwendiyên wê yên nêzîk ligel Talîbanê heye û piştî bidestxistina desthilatê ji aliyê Talîbanê ve, Moskow balyozxaneya xwe ya li Kabulê vekirî hiştiye.