Donal Trump: Em bi Îranê re gelekî nêzîkî peymana atomî bûne

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Tehran û Washîngton "gelekî nêzîkî" peymana atomî bûne.
16.05.2025, Cum - 10:03
Donal Trump: Em bi Îranê re gelekî nêzîkî peymana atomî bûne
Nuçe Belav bike

Trump dibêje, Tehranê mercên Amerîkayê qebûl kirine.

Serokê Amerîkayê got, "Îran bi awayekî bi mercan razî bûye. Ez bi dostanî ji wan re dibêjim, ew nikarin ti toza nukleerî jî çêbikin."

Heta niha berpirsên Îranê ti daxuyanî li ser gotinên Trump nedane.

Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ISNA ya Îranê ev daxuniya Donald Trump belav kir.

Donald Trump, di civîneke bazirganiyê de li Dohaya paytexta Qeterê, ducare kir ku nabe Îran bibe xwedî çekên nukleerî û amaje pê kir ku şandeyên her du aliyan nêzîkî peymanê bûne.

Serokê Amerîkayê di dema gera xwe ya li Kendavê de, bi berdewamî hişyarî daye ku Îran ti carî nabê xwedî çekên nukleerî.

Serokê Amerîkayî bi berdewamî Îranê tehdîd dike û dibêje, eger nikaribin peymaneke nukleerî bi Amerîkayê re bikin ew dê êrişî wan bike.

Pêvajoya dan û standinên Îran û Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdeme xwe ya yekem de 2018an bi awayekê yek alî welatê xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişandibû.

Trump di serdema xwe ya duyem de, di meha adarê de nameyek ku tê de bangeke dan û standinên nukleerî yên rasterast bi Îranê re û her wiha gefan jî digirt, ji Rêberê Îranê Elî Xameneyî re şandibû.

Îranê bi rêya Umanê bersiva nameya wî dabû.

Piştî van nameyan, Tehranê û Washingtonê cara ewil li Umanê 12ê Nîsanê û dûv re jî 19ê Nîsanê li Romayê bi awayekî nerasterastî hevdîtin pêk anîbûn.

Hem Îran û hem jî Amerîkayê ragihandibûn ku di dan û standinan de bipêşveçûn çêbûye.

Doh aliyên dan û standinan li Masqata paytexta Umanê, bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr bin Hamed el-Busaidî, hem di asta pisporên teknîkî û hem jî di asta dîplomatîk a bilind de qonaxa sêyem a dan û standinan pêk anîbûn.

Beriya bi 4 rojan civîna çaremîn a gotûbêjên di navbera Îran û Amerîka li Mesqeta paytexta Umanê hatibû lidarxistin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:51