El Babê êrîşeke xwekujî: 60 kuştî
DAIŞê li bajarokê Soranê yê girêdayî bajarê El Babê bi navgîneke bombebarkirî êrîşeke xwekuj pêk anî û di encamê de piraniya wan sivîk 60 kes hatin kuştin û bêtirî 100ên din birîndar bûn.
24.02.2017, Cum - 09:37
Çavkaniyên ASAyê ragihand ku danê vê sibehê li dora saet 10an, DAIŞê li bajarokê Soranê yê li bakurê El Babê bi navgîneke bombebarkirî êrîşeke xwekuj pêk anî û li gorî agahiyên destpêkê, 60 kes hatine kuştin û bêtirî 100 kesî birîndar bûne.
Herwiha hat zanîn ku piraniya kuştiyan sivîl in lê milîtanên ASAyê jî di nav wan de hene.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:18:37