Erebistan û Amerîka pêwendiyên xwe bihêztir dikin

Dîroka pêwendiyên Amerîka û Erebistana Siûdî vedigere 70 salên berê.
16.07.2022, Cts - 08:49
Erebistan û Amerîka pêwendiyên xwe bihêztir dikin
Nuçe Belav bike

Pêwendiyên Amerîka û Erebistana Siûdî ji salên pêncî yên sedsala borî ve dest pê kiriye. Di 70 salên borî de, tevî nakokiyên Washington û Riyadê, roj li pey roj ev pêwendî tundtir bûn. Niha Serokê Amerîkayê Joe Biden li Erebistana Siûdî hewla bihêzkirina wan pêwendiyan dide.

Pêkanîna hevpeymaniya berevaniya esmanî ya Rojhilata Navîn û zêdekirina hinardeya petrol û tijekirina wan kêmasiyên berhemên petrol û gazê, hineke din jî pêwendiyên navbera Erebistan û Amerîkayê bihêztir dike.

Pêwendiyên fermî yên navbera Amerîka û Îsraîlê yên sala 1951ê ligel îmzekirina rêkeftina alîkariya berevaniya dualî dest pê dikin.

Erebistan welatekî Îslamî û Amerîka jî komara destûrî ya sekuler e, bûne hevpeymanên dîrokî, bingeha hevpeymaniya wan berjewendiyên dualî yên li ser bingeha asayîşa petrolê hatiye dariştin. Amerîka alîkariya serbazî dide Erebistanê û asayîşa wê diparêze, li hember wê, Erebistan petrolê dide Amerîkayê û di siyaseta derve de jî piştevaniya Washingtonê dike.

Piştî şerê cîhanî yê duyem, herdu welat bi hev re rûbirûyî komunîzmê bûne. Di şerê Sovyetê de, li Efxanistanê û şerê derkirina rejîma Sedam ji Kuweytê di sala 1991ê de, hevpeymaniya wan bihêztir bû.

Lê belê hîn jî Washington û Riyad li ser mijara Îsraîlê nakokiyên wan hene. Îmzekirina peymana aştiyê û rêkeftina Îbrahîmî, ji bo asayîkirina pêwendiyên Îsraîl û welatên Erebî, heta radeyekê van nankokiyan ji holê rakir.

Niha jî biryara pêkanîna Hevpeymaniya Berevaniya Esmanî ya Rojhilata Navîn ku Îsraîl endamê hevpeymaniyê ye û armanca hevpeymaniyê rûbirûbûna gefên Îranê ye, hineke din jî ew nakokî ji holê rakir û Amerîka û hevpeymanên wê yên li navçeyê nêzîkî hev kirin.

Serdana Joe Biden bo Îsraîl û Filistînê û piştre ji Orşelîmê ve weke yekem Serokê Amerîkayê û cara ewil rasterast diçe Ciddeyê û beşdarî Lûtkeya Welatên Encûmena Alîkarî ya Kendavê dibe, peyamekê dide û dibêje ku heta radeyekê nêzîkbûnek di nêrîna Washingtin û Riyadê de li ser mijara Îsraîlê heve û pêwendiyên wan çûne qonaxeke din.

Serokê Amerîkayê dibêje, êdî Îsraîl zêdetir ligel welatên navçeyê hevahengiyê dike û ew rola Îsraîlê bihêztir dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 806 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:39:17