Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyirî ragihand ku welatê wî pêşniyar kiriye, hêzên "hevpeymaniya îslamî" bişînin Sûriyeyê da ku "şerê terorê bikin.
17.04.2018, Sal - 15:43
Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
Nuçe Belav bike

Wezîrê siûdî di civîneke çapemeniyê de li gel Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterresî li dar xist û tê de diyar kir ku welatê wî li ser Amerîkayê pêşniyar kiriye ku hêzên Hevpeymaniya Îslamî ya dijî terorê bişîne Sûriyeyê.

Li gorî nûçeya El Exbariyê ya siûdî, wî gotiye, "em ji destpêka salê ve derbarê şandina hêzan bo Sûriyeyê nîqaşan bi Amerîkayê re dikin".

Cubeyirî destnîşan kir ku "wî pêşniyara xwe da birêveberiya Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama kiribû, eger Amerîka hêzan bişîne, Erebistana Siûdî jî dê li gel hinek welatên din şandina hêzan binirxîne."

Di berdewamiyê de jî wiha got, "Cubeyirî wiha got," me par derbarê mijarê de pêşniyar li dewletên hevpeymaniya îslamî ya dijî terorê kirin û li gel Amerîkayê nîqaş kirin lê birêveberiya Obamayî di dawiyê de biryara xwe ji bo vê pêşniyarê neda û ev fikir ne tiştekî nû ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:23