Fermandarekî Hemasê hat kuştin

Hemas ragihand ku yek ji fermandarên Lîwayên Qesamê Xalid Ehmed el-Ehmed li bajarê Seydayê yê Libnanê hatiye kuştin.
08.05.2025, Per - 10:06
Fermandarekî Hemasê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Hemasê ragihand ku yek ji fermandarên Lîwayên Qesamê, Xalid Ehmed el-Ehmed bi nasnavê Ebû Îbrahîm vê sibehê di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de li bajarê Seydayê yê Libnanê hatiye kuştin.

Lîwayên Qesamê baskê leşkerî yê Hemasê ye.

Li gorî daxuyaniya Hemasê dema ku Xalid Ehmed el-Ehmed xwestiye biçe nimêja sibehê êriş pêk hatiye û wiha pê de çû:

"Em şehîdê xwe bi serbilindî û rûmeteke mezin bi rê dikin. Xwîna wî dê rêya me ya berxwedanê li dijî dagirkeran zêdetir ronî bike. Rejîma Siyonîst dê ji bo vê xwînê hesab bide."

Hemasê di daxuyaniyê de got, "Em dê li ser rêya şehîdên xwe berdewam bikin.

Cîhada me dê berdewam bike heta ku em rejîma Siyonîst ji axên xwe û ji pîrozgehên xwe derxin."

Xalid Ehmed el-Ehmed, wekî yek ji wan kesan dihat zanîn ku di nav Tabûrên Qessamê de di warê teknîk û endezyariyê de berpirsyariyên girîng wergirtine û beşdarî pêşxistina jêrxaneya qadê ya rêxistinê bûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:40