Fermandariya Navendî ya Amerîkayê: DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve rêxistin bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) radigihîne, wan di nîvê yekem a îsal de 137 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.
17.07.2024, Çar - 12:09
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê: DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve rêxistin bike
Nuçe Belav bike

CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand, wan di nîvê yekem a îsal de 137 operasyonên leşkerî li dijî terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê pêk anîne û çend rêveberên wê koma têrorîst kuştine.

CENTCOMê got, wan ji Çile heta Hezîranê li Iraq û Sûriyeyê li DAIŞê dane, di vê heyamê de jî DAIŞê berpirsatiya 153 êrîşan li Iraq û Sûriyeyê girtiye ser xwe û li gorî sala borî, hejmara êrîşan du qatan zêde bûye.

Amaje bi wê jî kir, “Zêdebûna êrîşên DAIŞê nîşana wê yekê ye ku ew gruba terorîst hewl dide xwe ji nû ve birêxistin bike.”

Herwaha ragehand: “Bi armanca têkbirina DAIŞê û nehiştina bihêzbûna wê, CENTCOMê ligel hevpeymanên xwe li Sûriyeyê 196 operasyon kirine û di encamê de 44 endamên DAIŞê hatine kuştin û 166 kes jî hatine girtin. Li Iraqê jî 137 operasyonên hevbeş kirine û di encamê de 30 endamên DAIŞê hatin kuştin û 74 kes jî hatin girtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:19