Haddad: Heke Tirkiye êrişa ser Sûriyeyê bi dawî neke mafê Şamê yê bersivdayînê heye!

Balyozê Sûriye yê li Moskowê Riyad Haddad ragihand ku heke artêşa Tirkiyeyê êrişa xwe ya ser Sûriyeyê bi dawî neyine bijarteyên leşkerî jî di nav de mafê bersivdayîn ê Şamê heye.
06.04.2017, Per - 10:22
Haddad: Heke Tirkiye êrişa ser Sûriyeyê bi dawî neke mafê Şamê yê bersivdayînê heye!
Nuçe Belav bike

Balyozê Sûriye yê li Moskowê Riyad Haddad ragihand ku heke artêşa Tirkiyeyê êrişa xwe ya ser Sûriyeyê bi dawî neyine bijarteyên leşkerî jî di nav de mafê bersivdayîn ê Şamê heye.

Balyozê Sûriye yê li Moskowê Riyad Haddad ragihand di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Mafê Sûriyeyê heye ku bersiva hemû êrişên ser welatê xwe bide. Lê digel vê jî hikûmeta me dixwaze vê pirsgirêkê bi rêya Neteweyên Yekbûyî, raya giştî û bi navbeynkariya hevalbendên xwe çareser bike. Heke çareseriyek neyê dîtin helbet artêşa Sûriyeyê wê bi hemû derfetê xwe axa welatê xwe biparêze."

Riyad Haddad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Zêdetirî 6 sal in ku artêşa Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorîst tekoşînê dimeşîne. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku piştgiriya terorîzmê dike. Divê civaka navneteweyî guvaşên xwe yên ser Tirkiyeyê zêde bikin."

Haddad di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tirkiye her diçe axa Sûriyeyê bi dest dixe û sînorê xwe ji Rûbarê Efrînê ber bi başûrê rojavayê bajarê Cendirêsê ve weke ku axa wê ye dagir dike. Axa Sûriyeyê bi vî awayî bi des dixe. Ev ihlala desthilatiya welatê me ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1557 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:38