Hizbulahê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir

Sê mûşekên ku ji Libnanê hatin avêtin li bajarokê Tîreyê yê navenda Îsraîlê ketin.
02.11.2024, Cts - 10:11
Hizbulahê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, 3 mûşek li bajarokê Tîreyê ketine ku ji başûrê Libnanê hatin avêtin.

Li hinek bajar û bajarokên naverasta Îsraîlê zengê hişyariyê hat lêdan.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku di encama êrişa mûşekî de 19 kes birîndar bûne.

Tîmên Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku wan 7 birîndar birine nexweşxaneyê.

Bajarê Tîreyê yê ku piranî Ereb lê dijîn nêzîkî sînorê Filistînê ye.

Hizbulah û Îsraîl ji destpêka şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve bi berdewamî êrişî hev dikin.

Ji Îlona îsal ve, şerê di navbera her du aliyan de derbasî qonaxeke nû bûye.

Îsraîlê li başûrê Libnanê li dijî Hizbulahê dest bi êrişa bejayî kir û Hizbulahê jî êrişên xwe yên mûşekî tundtir kirine.

Li gorî amarên fermî yên artêşa Îsraîlê, di êrişên Hizbulahê de herî kêm 63 kes hatine kuştin.

Li Libnanê jî 2 hezar û 865 kes hatin kuştin û zêdetirî 13 hezar kesî jî birîndar bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:34:09