Hizbullaha Libnanî kuştina serkirdeyekî xwe piştrast kir

Hizbullaha Libnanî di daxuyaniyekê de ragihand, serkirdeyê navdar ê Hizbullahê Fuad Şukir di êrîşa Îsraîlê ya şeva borî de hat kuştin.
31.07.2024, Çar - 11:23
Hizbullaha Libnanî kuştina serkirdeyekî xwe piştrast kir
Nuçe Belav bike

Hizbullaha Libnanî di daxuyaniyekê de ragihand, Îsraîlê şeva borî êrîşî avahiyeke niştecihbûnê li Taxa Başûr a Beyrûtê kir û yek ji rêberên Hizbullahê kir armanc.

Diyar kir jî, di êrîşê de serkirdeyê navdar ê Hizbullahê Fuad Şukir (Hac Muhsen) di hundirê wê avahiyê de hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihandibû, wan “Fermandarê berpirsê kuştina zarokan li Mecdel Şemsê û kuştina gelek sivîlên Îsraîlê, kiriye armanc.”

Ev êrîş piştî wê tê, Amerîka û Ewropa berî çend rojan ji welatiyên xwe daxwaz kiribûn ku ji ber geşedanên nû yên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, di zûtirîn dem de ji Libnanê derkevin yan jî xwe amade bikin ku ji bo demeke dirêj bimînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:51