Ev pêla êrişan a Îranê beriya destpêkirina agirbesta her du welatan pêk hat.
Berpirsê Xizmeta Lezgîn a Îsraîlê Magen David Adom ji ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku 3 kes li cihê êrişê li başûrê bajarê Beerşebayê hatine kuştin û pişt re 6 birîndarên din jî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê mirine.
Li gorî heman dezgehê, hejmareke din a xelkê jî birîndar bûne ku rewşa birîndaran baş e.
Li gorî daxuyaniyên Artêşa Îsraîlê, ji berbanga îro ve û bo dema nêzîkî du saetan zengilên hişyariyê li seranserê Îsraîlê lêdan, di demekê de ku Îranê 6 pêlên mûşekan avêtibûn Îsraîlê.
Nêzîkî saet 08:00ê sibehê, Artêşa Îsraîlê ragihand ku welatî dikarin ji stargehan derkevin.
Ziyanên êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê bi temamî nehatine zanîn, lê tê gotin ku herî kêm 50 mûşek ketine xwarê û berî êrişên îro, 24 kesan li Îsraîlê canê xwe ji dest dabûn.
Li gorî Artêşa Îsraîlê, sîstema parastina asmanî ya wî welatî zêdetirî 500 mûşek û nêzîkî 1000 dronên Îranê xistine xwarê.
Şeva borî Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma "Truth Social" ragihandibû ku Îran û Îsraîl li ser agirbesteke qonax bi qonax li hev kirine.
Li gorî Trump, divabû Îran bi awayekî yekalî hemû operasyonên xwe îro berbangê (07:00 bi dema Hewlêrê) rawestîne û Îsraîl jî piştî 12 demjimêran heman pêngavê biavêje.
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wan “gefên Îranê yên li hemberî xwe nehiştine” û ew agirbesta Donald Trump dipejirînin.
Li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê dest pê kir.
Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê lihevkirina li ser agirbesta “giştgir û temam” ragihand û ew agirbest ji 5 qonaxan pêk tê.