Li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê dest pê kir.
Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê lihevkirina li ser agirbesta “giştgir û temam” ragihand û ew agirbest ji 5 qonaxan pêk tê.
Hikûmeta Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu şeva borî Wezîrê Parastinê Yisrael Katz, Serokerkanê Giştî Eyal Zamir û Dîrektorê Mossadê David Barnea re civiyaye.
Di civînê de hinek rapor hatine pêşkêşkirin û hatiye diyarkirin ku Îsraîlê hemû armancên xwe pêk anîne.
Her wiha hatiye gotin ku wan gefa dualî ya “çekên nukleer û bernameya mûşekan” ji holê rakiriye.
Hikûmetê ragihand ku ew pêşniyara Trump a agirbesta dualî qebûl dikin.
Li gorî daxuyaniyê, “Îsraîl dê bersiveke tund bide hemû pinpêkirinên derbarê egirbestê.”
Di çapemeniya Îranê de nûçeyên ku agirbestê dest pê kiriye hatin belavkirin lê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî red kir ku wan bi Îsraîlê re li hevdû kiribe û ragihand ku wan ji bo agirbestê mercên xwe danîne.