Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Şama paytexta Sûriyeyê û parêzgeha Hamayê kirin.
03.04.2025, Per - 10:31
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), balafirên Îsraîlê derdora Avahiya Lêkolînên Zanistî ya li Taxa Berzeyayê Şamê û nêzîkî navenda bajarê Hamayê kirine hedef.
Heta niha derbarê zerer û ziyanan de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Îsraîl ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vir ve li Sûriyeyê êrişên esmanî li ser xalên leşkerî, cebilxane û alavên leşkerî yên ji ji rejîma Beasê ya rûxiyayî mane pêk tîne.
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:04:43