Li Ebû Kemal Hêzên Sûrî û yên Iraqî gehiştin hev

Hêzên hikûmeta Sûriyeyê û yên Iraqê ku bi hev re Ebû Kemal ji destê DAIŞê rizgar kirin li ser sînor gihÎştin hev. Milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike jî tevlî operasyonê bibûn.
24.11.2017, Cum - 06:43
Li Ebû Kemal Hêzên Sûrî û yên Iraqî gehiştin hev
Nuçe Belav bike

Hêzên hikûmeta Sûriyeyê bajarokê Ebû Kemalê ji destê DAIŞ'ê rizgar kiribû. Hat ragihandin ku di rizgarkirina Ebû Kemalê de artêşa Iraqê jî piştgirî daye Sûriyeyê. Li gorî agahiyan milîsên Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike li ser sînor nehişt milîtanên DAIŞ'ê derbas bibin û hetanî artêşa herdu welatan li ser sînor gihîşte hev.

Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê Yehya Resûl got: "Herêma Selahadîn, Nînova û Enbarê ku nêzî sînorê Sûriyeyê û niha milîtanên DAIŞ'ê ew der ji xwe re kirine baregeh dê werin paqijkirin."

Her wiha Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku bajarê Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞ'ê hat derxistin her kesî dizanîbû êdî dawî li rêxistinê hatiye. Wan hemû hêz û hebûna xwe winda kir û çeperên ku ji destê wan hatin deranin niha bi mayînan tijî dikin."

sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:26