Li taxa rojhilat a Mûsilê moşekekê îsabetî avahiyekê kir, di encama teqînê de yek jê pitik 14 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.
Yek ji efserê yekîneya Şaxa Tekoşîna Dijterorê yê Artêşê İsmail Davud di hevpeyvîna xwe ya AAyê de got: 2 êrişên xwekuj li herêma rojhilat li taxa Ez-Zehra li hemberî bazarekê êrişa xwekujî pêk anîn, di encama êrişê de 12 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.
İsmail Davud di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama êrişa xwekujî de gelek avahî û dijanên derdorê jî zirar dîtin. Hêzên ewlehî hemû rêyên ku derdikevin herêmê ji çûnûhatina wesayîtan re girtin."