Li Televîvê teqînekê çê bû, kuştî û birîndarî hene

Artêşa Israîlê ragehand, “Serê sibeha îro (În. 19.07.2024) bi dronê êrîşî ser bajarê Televîvê hat kirin û kuştî û birîndar hene.”
19.07.2024, Cum - 10:12
Li Televîvê teqînekê çê bû, kuştî û birîndarî hene
Nuçe Belav bike

Herwesa medyaya Israîlê ji zarê xelkî parve kiriye ku, dengekî bihêz ê teqînekê li ser cadeya Bin Yehodayê Televîv hejand.

Polîsên Israîlê jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Ew teqîn li seet 04:00 ê serê sibehê bû, li cihê wê teqînê termek hatiye dîtin û sê kes jî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.”

Polîsan cihê wê teqînê daxistiye û tîmên teqemeniyê tevî vekolînê li pey bermayîkên wê teqînê digerin, her çende pêştir jî artêşa Israîlê ragehandibû ku ew teqîn ji ber êrîşa dronî bû.

Artêşa Israîlê herwesa ragehand ku berî wê teqînê, di sîstema çavdêriya asmanî de çi tiştekî xerîb nehatiye dîtin ku derbazî nav asmanê Israîlê bûbe ji bo ku zenga şiyarkirinê lê daba.

Berdevkê Çekdarên Koma Ensarulahê ya Hûsiyên Yemenê Yehya Serî jî ji aliyê xwe ve li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye ku, di êrîşeke cûnî û taybet de Televîva Israîlê kiriye armanc û paştir çawaniya wê operasyonê eşkere dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:23:01