Lijneya Ragihandina Şer a Iraqê îddiaya firîna balafiran derewand

Lijneya Ragihandina Şer a Iraqê diyar kir ku ji bo hedefgirtina balafirên li esmanê Herêma Kurdistanê difirin ti daxuyaniyek nedane, her wiha ew îddia hatin derewandin.
29.09.2017, Cum - 14:32
Lijneya Ragihandina Şer a Iraqê îddiaya firîna balafiran derewand
Nuçe Belav bike

Di beşeke çapeminiyên Iraqî de hatibû îdîakirin, ku Wezareta Parastinê ya Iraqê ferman daye ku balafirên şer da ku ji bo parastina navçeyên ji bo firînê qedexe, firokeyên li esmanên Herêma Kurdistanê bikin armanc.

Li gorî wan nûçeyan, Wezareta Parastinê ji balafirên şer xwestiye ku ji bilî rewşên nexweşî û mirovatî rê nedin ti balafireke din li esmanên Herêma Kurdistanê bifire.

Lijneya Ragihandina Şer a Iraqê daxuyaniyek belav kir ku ev nûçe derew in û ragihand, ku bi ti awayî fermaneke bi vî awayî nehatiye derxistin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:51