Lûtkeya Cidde ya ji bo Asayiş û Geşepêdanê li Ciddeyê dest pê kir

Bi amadebûna Serokê Amerîka Joe Biden û hejmarek ji serok û nûneran welatan, Lûtkeya Cidde ya ji bo Asayiş û Geşepêdanê li Siûdiyê dest pê kir.
16.07.2022, Cts - 12:43
Lûtkeya Cidde ya ji bo Asayiş û Geşepêdanê li Ciddeyê dest pê kir
Nuçe Belav bike

Cihnişînê Şahê Siûdiyê Mihemed Bin Selam di destpêka lûtkeyê de ragihand, ev lûtke di demeke hestiyar de birêve diçe ku navçe rûbirûyî çendîn zehmetiyan bûye, pêwîstiya wê jî bi hevahengiya hemû aliyan heye ku kar di çarçoveya perinsîpên navdewletî de û li ser bingeha rêzgirtin li serweriya welatan û parastina xaka welatan bikin û berjewendiyên aborî yên hevbeş biparêzin.

Mihemed Bin Selam got jî: “Em hêvîdar in ku lûtkeya Cidde rûbirûyê kêşeyên cîhanî bibe.”

Her wiha tekez kir ku aboriya cîhanî bi aramiya bihayên enerjiyê ve girêdayî ye û divê ew veberhênana di enerjiya paqij de bidomînin. Diyar kir jî, Siûdiyê pêştir zêdekirina berhemanîna xwe bo 13 milyon bermîlan ragihandibû

Cihnişînê Şahê Siûdiyê bal kişande ser wê yekê ku “Em bang li Îranê dikin ku hevkariyê bike û destêwerdanê di karûbarên welatên navçê de neke.

Ji aliyekî din ve destnîşan kir: “Li Iraqê di warê ewlekariyê de pêşketin heye û ev yek jî bandora wê li ser di ewlehiya navçê dike.” Tekez kir jî, aramiya herêmê pêwîstiya wê bi çareseriyên siyasî li Sûriye û Lîbyayê heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 884 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:39