Medyaya Îsraîlê: Armanca bombebaranê Hesen Nasralah bû

Piştî ku Îsraîlê êrişî başûrê Beyrûtê kir, medyaya Îsraîlê ragihand ku armanc Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah bûye.
28.09.2024, Cts - 10:00
Medyaya Îsraîlê: Armanca bombebaranê Hesen Nasralah bû
Nuçe Belav bike

Çend medyayên Îsraîlê ragihand, “Armanca êrişa artêşa Îsraîlê ya başûrê Beyrûtê, Hesen Nasrallah bû. Nasralah di avahiya ku artêşa Îsraîlê bombebaran kir de bû.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî jî da zanîn:

“Hêzên Parastinê yên Îsraîlê li başûrê Libnanê êrişî navenda sereke ya Hizbulaha rêxistina terorê kir.”

Daniel Hagarî behsa Nasralah nekir û got:

“Navend li başûrê Beyrûtê di bin gelek malan de bû.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku ew bi fikareke zêde li êrişan dinêrin.

Çavkaniyekî nêzîkî Hizbulahê ku nexwest navê xwe eşkere bike da zanîn ku Îsraîlê di êrişê de 6 avahî hilweşandine lê “Nasralah silamet e.”

Her wiha medyaya Îranê jî ragihand ku “Hesen Nasralah sax e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:21:20