Netanyahu: Em ji bo şerekî berfireh amade ne

Netanyahu, ragehand: “Eger Hizbulah agirbestê binpê bike, şerekî giran dê derkeve.”
29.11.2024, Cum - 10:30
Netanyahu: Em ji bo şerekî berfireh amade ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu, pênşemê 28.011.2024, ragehand: “Eger Hizbulah agirbestê binpê bike, şerekî giran dê derkeve.”

Herwaha got: “Me gefên li ser Îsraîlê li bakûr de dawî pê anî, bo wê jî êdî şêniyên wê navçeyê dikarin bi ewlehiyê ve vegerin.”

Roja 27ê Mijdara 2024, agirbesta şer li Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve hat pejirandin; lê artêşa Îsraîlê ragehand ku ji ber tevgerên Hizbulahê yên ji bo bidestanîna çek û cebilxaneyan me êrîşî başûrê Lubnanê kir û bombebaran kir.

Di nava 13 mehên şer yê li Lubnanê de, 3 hezar û 961 kes hatine kuştin, herwaha 16 hezar û 520 kes jî birîndar bûn.

Herwaha 82 leşker û 47 kesên sivîl ên Îsraîlê jî hatin kuştin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:46:55