Netanyahu di parvekirina xwe ya li ser Xê de got: "Êrişa Hûsiyan ji Îranê tê. Îsraîl dê li cih û di dema ku bijartiye de bersiva Hûsiyan bide."
Piştî êrişê, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku di bûyerê de 6 kes bi awayekî sivik û navîn birîndar bûne û hatine tedawîkirin.
Her wiha Hûsiyan berpirsiyariya êrişê girtibû ser xwe.
Netanyahu parvekirina berê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku destnîşan kiribû êriş bi Îranê ve girêdayî ye, wergirt û got, "Serok Trump mafdar e."
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku dê ne tenê bersiva Hûsiyan, lê belê ya Îranê jî rasterast bê dayîn û got, "Îran çavkaniya terorê ye û dema wê were, dê bersiva pêwîst bistîne."
Netanyahu di peyama xwe ya vîdeoyê de ragihand ku Îsraîlê berê jî li hemberî gefên bi vî rengî gav avêtine û dê vê xetê bidomîne.
Wî teqez kir ku bersiva dê bê dayîn, dê bi "çend qonaxî" be.
Tansiyona di navbera Îran û Îsraîlê bilind dibe
Di navbera Îsraîl û Îranê de di salên dawî de sê êrişên mezin ên şerê rasterast pêk hatin.
13ê Nîsana 2024an, Îranê di çarçoveya "Operasyona Soza Rast" de bi 300 mûşek û dronan Îsraîl kir armanc.
Ev êriş wekî bersiva bombebarankirina balyozxaneya Îranê ya li Şamê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kirin.
Sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê piraniya wan êrişan asteng kiribû.
Îranê 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an di çarçoveya "Soza Rast 2" de bi 200 mûşekên balîstîk baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li Çola Negev, baregeha hewayî ya Tel Nofê û avahiyeke girêdayî Mossadê kir armanc.
Di wê êrişê de jî Filistîniyek û Îsraîliyekî jiyana xwe ji dest dabû.
Îsraîlê jî 26ê Çiriya Pêşîn a 2024an di bin navê "Operasyona Roja Tobeyê" de bi nêzîkî 100 balafirên şer êrişî baregehên leşkerî yên Îranê kir û 4 leşkerên Îranî hatibûn kuştin.
Tansiyona navbera Îsraîl û Îranê, piştî şerê Xezeyê yê ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir her ku diçe zêdetir dibe.
Her du alî jî bi rêya hêzên peyrew ên herêmê êrişî hev dikin.