Nêzikê 2 hezar û 672 peneberên Sûrî gihiştin Ewropayê

2 hezar û 672 peneberên Sûrî gihiştin Ewropayê
09.01.2017, Pts - 13:02
Nêzikê 2 hezar û 672 peneberên Sûrî gihiştin Ewropayê
Nuçe Belav bike

Nêzikê 2 hezar û 672 peneberên Sûrî gihiştine Ewropayê

Komisyona Ewropî hin amarên taybet bi penaberan belav kir. Di van amaran de behsa penaberên sûrî jî dike, ku bi awayekî fermî û yasayî gihiştine welatên Ewropayê

Hin dezgehên medyayî yê ewropî ev amar belav kirine. Tê de hatiye diyarkirin, ku li gorî rêkeftina navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê, gelek penaberên sûrî bi awayekî yasayî gihiştine welatên Yekîtiya Ewropayê.

Li gorî lîsteya Komisyona Ewropî, welatên Ewropayê sala 2016an pêşwaziya 2 hezar û 672 penaberên sûrî kiriye, ku bi fermî ji Tirkiyê gihiştine Ewropayê.

Ji wan jî hezar û 60 penaber gihiştine Almanyayê, 438 penaber gihiştine Fransayê, 409 penaber gihiştine Hollandayê.

Herwiha 801 penaber jî nehatine pêşwazîkirin û berovajî ew ji bo Tirkiyê hatin vegerandin, ku bi awayekî neyasayî gihiştibûne Yewnanîstanê.

Şerê berdawam li Sûriye dihê rewşa peneberîyê zêtetir bibe .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1768 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:19:07