Parlamenterê rûs: Tevlîbûna kurdan a Reqqayê wê bibe pirsgirêk di nava tirk û Amerîkayê de

Parlamenterê Duma û endamê grûba dostanî ya Sûriyeyê Sergey Gavrîlov ragihand ku tevlîbûna kurdan a operasyona Reqqayê wê pirsgirêkê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de derxîne.
18.03.2017, Cts - 13:26
Parlamenterê rûs: Tevlîbûna kurdan a Reqqayê wê bibe pirsgirêk di nava tirk û Amerîkayê de
Nuçe Belav bike

Sergey Gavrîlov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku fikra rizgarkirina bajarê Reqqayê ji terefê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe ya Amerîkayê be û ev wê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bibe sedema gengeşiyê.

Gavrîlov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîna min ev bi pirsgirêka mezin a Mûsilê re eleqedar e. Digel ku artêşa Sûriyeyê ya fermî di demsala bihar û havînê de dikare operasyona rizgarkirina Reqqayê bike jî Amerîka dixwaze kurdan jî tevlî operasyonê bike û bi texmîna min ev dê bibe sedema gengeşî ya navbera Tirkiye û Amerîkayê."

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo di axaftina xwe de gotibû: "Operasyona rizgarkirina Reqqayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê wê di nîvê meha nîsanê de were destpêkirin û her çiqas Tirkiye li dijî operasyonê derkeve jî wê YPG di operasyonê de cih bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:06