Pentagon şandina 5 hezar serbazên din bo Rojhilata Navîn gotûbêj dike
Ji ber aloziyên navbera Waşington û Tehranê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxwaz ji Pentagonê kiriye, pênc hezar serbazên din bişîne Rojhilata Navîn, Pentagonê jî ragihandiye dê vê pêşniyarê binirxîne.
23.05.2019, Per - 06:20
Du berpirsên pilebilindên Amerîkayê ku daxwaz kirine navê wan neyê aşkerekirin, ji medyayên welatê xwe re ragihandine, niha Pentagon nirxandinê ji bo pêşniyarekê dike ku daxwaza şandina 5 hezar serbazên Amerîkî bo Rojhilata Navîn dike.
Bi gotina wan herdu berpirsên Amerîkî, pêşniyar ji aliyê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ve hatiye kirin û sedema wê pêşniyarê jî zêdebûna gefên Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li navçeyê heye.
Pêştir medyayên Amerîkayê belav kiribûn ku rêveberiya Trump dixwaze rûbirûyê gefên Îranê bibe û ji bo wê yekê dixwaze 120 hezar serbazan bişîne Kendavê, lê belê piştre Trump ragihand, ew nûçe saxte ye ragihand, biryarek bi vî awayî di bernameya wî de tune ye û tekez kir, eger biryar jî were dan, ew dê serbazên zêdetir bişîne Rojhilata Navîb.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:27