Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê lihevkirina li ser agirbesta “giştgir û temam” ragihand û ew agirbest ji 5 qonaxan pêk tê.
“Min zanîbû ku dem niha ye”
Trump di parvekirina xwe de got:
“Îsraîl û îran heman demê hatin cem min û wan got "aştî.” Min zanîbû ku dem niha ye.
Dinya û Rojhilata Navîn serkeftiyên rasteqîn in!
Her du netewe jî dê di paşerojê de hezkirin, aştî û refaheke mezin bibînin.
Gelek tişt hene ku dê bi dest bixin lê eger dîsa jî ji rêya rast û rastiyê vegerin gelek tişt hene ku dê winda bikin.
Paşeroja Îsraîl û Îranê bi sozên bêsînor dagirtî ye. Xweda we her duyan jî biparêze.”
Îran dest bi agirbestê dike
Trump destnîşan kir ku Îran dê dest bi agirbestê bike û Îsraîl dê piştî saeta 12emîn dest bi sepandina agirbestê bike.
Eger her du alî pêbendî lihevkirinê bimînin dê saeta 24emîn bi awayê fermî were ragihandin ku dê şer rawestê.
Donald Trump da zanîn ku hem Îran û hem Îsraîl ji bo agirbestê bi biryar bûn û ew pîroz kirin û li pey çû:
“Gengaz bû ku vî şerî bi salan biajota û bibûya pevçûneke ku bandoreke mezin li herêmekê bike lê wiha nebû.”
Şerê Îran û Îsraîlê berê sibeha 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê dest pê kiribû.