QSDê balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê bi dest xist

Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya bi pêşengtiya YPGê balafirxaneya leşkerî ya Tebqa ya li nêzîkî Reqqayê bi dest bixe.
27.03.2017, Pts - 05:15
QSDê balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê bi dest xist
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên QSDê hatine girtin, bi piştgiriya balafirên hevpeymanê ya bi serpereştiya Amerîkayê balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê ji DAIŞê hat girtin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de pevçûnên dijwar diqewimin û DAIŞ gelek wendahî dane.

Bi girtina balafirxaneyê hejmara baregehên leşkerî yên di destê HSDê de bû 2 heb. QSD sala borî jî baregeha leşkerî ya Minîgê ya li başûrê Azezê bi rizgar kiribû.

Balfirxaneya leşkerî ya li nêzîkî bajarê Tebqa yê ku 45 kîlomitroyan bi aliyê rojavayê Reqqayê dikeve, di Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve ji destê artêşa Sûriyeyê hatibû girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:06