QSD: Li Reqqa serweriya DAÎŞ'ê dinav mehekî de diqede

Şerê di navbera şervanên QSDê ku pêşengiya wî YPG dike û milîtanên DAIŞê ya li bajarê Reqayê dijwartir bû. Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Balî ragihand ku li Reqayê gelek herêman ji DAIŞê rizgar kirine û dê heta meheke tememiya bajêr ji DAIŞê rizgar bikin.
18.09.2017, Pts - 12:46
QSD: Li Reqqa serweriya DAÎŞ'ê dinav mehekî de diqede
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên nûçegihanê Spûtnîk Hîkmet Durgun ku ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bidestxistiye destnîşan dike ku, şerên di navbera QSDê û DAIŞê de li orta bajêr dijwartir bûne. Şervanên QSDê nexweşxaneya li orta bajêr ji DAIŞê rizgar kirin. Şerên li 5 taxan dewam dikin û tenê 6 tax di bin kontrola DAIŞê de mane.

Berpirsê Çapamenî yê QSDê Mistefa Balî di derbarê şerê li Reqayê de ji Sputnikê re axivî û got: "Ji 3 mehan zêdetire ku şerê li Reqayê dewam dike. Şer niha li orta bajêr dewam dike. Pêşveçûna hêzên me dewam dike. Li gorî texmînên me em ê di nav meheke de tememiya Reqayê ji DAIŞê rizgar bikin. Nexweşxaneya mezin û Parqa Reşîd ku li orta bajêr in, niha di bin dorpêçiya hêzê me de ne. Şer li wir dewam dikin. Hêzên me îro nêzî 100 sivîlan ji taxa Revkayê rizgar kirin û bo herêmên bi ewle veguhestin."

QSDê di 6ê Hezîranê de bi pêşengiya YPGê û piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike, operasyona kontrolkirina Reqayê ji DAIŞê dabû destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1595 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:29