Reuters: Netenyahu dest bi xebata lobiya Kurdan kiriye

Rayedarên Îsraîlî desnîşan kirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû, Kurdên ku bûne hedefa êrişên Artêşa Iraqê jibo ku hêja zirar nebînin û paşveçûna Kurdan were rawestandin ligel serokên cîhanî destbi xebata lobiyê kiriye.
20.10.2017, Cum - 13:18
Reuters: Netenyahu dest bi xebata lobiya Kurdan kiriye
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku di Ajansa Reutersê de cih digire tê gotin ku ji zare berpirsekî bilind ê Îsraîlê belav kir, ku Benyamîn Netanyahû li dijî êrîşên ser kurdên Başûrê Kurdistanê yên artêş û hêzên çekdarên Iraqê, di nava serkirdeyên cîhanê de karê lobî dike da ku piştevaniyê kom bike.

Li gorî gotina wê berpirsê Îsraîlê, Netanyahû bi vê armancê li gel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn axiviye.

Li gorî zanyariyên, ku Reutersê belav kiriye, biryare ji bo heman armancê, di nava vê hefteyê de, Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Îsraîlê, mijara piştgiriya kurdan li gel rêveberiya Donald Trump gotûbêj bike.

Hevdem Wezîrê Îstîxbatara Îsraîlê Yizsael Katz jî roja Înê ji Radyoya Telavîvê re ragihand, ji bow ê yekê kar dikin da ku êrîşên ser kurdên Iraqê bidin sekinandin. Ji ber ku kurd hêjayê piştgiriyê ne, ku rojava pişta wan bigre.

Katz herwiha ragihand, niha Serokwezîrê Îsraîlê ji bo piştgirîkirina kurdan li gel Amerîka, Rûsya, Fransa û Almanyayê di nava peywendiyan de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:47