Êriş li avahiya Dadgeha Giştî ya Şamê hat kirin

Êrişeke xwekujî li paytexta Sûriyeyê ya Şamê de pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê, bi 25 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
15.03.2017, Çar - 12:31
 Êriş li avahiya Dadgeha Giştî ya Şamê hat kirin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkanîyê Rûdaw li Şamê Êrişeke xwekujî li paytexta Sûriyeyê ya Şamê de pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê, bi 25 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji Şama paytexta Sûriyê, teqîneke xwekujî li navenda vî bajarî çêbû.

Çavkaniyekê ji Şamê ragihand ku teqîna xwekujî li nav avahiya Dadgeha Giştî ya Şamê çêbû.

Her li gorî wan çavkaniyan, ev teqîn bi rêya xwekujekî pêk hat û di encamê de 25 kesan cane xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:23