Lİ bajarê îdlibê êrişa bı kîmyewî

Li bajarê Idliba Sûriyê jiber gaza jehrî bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest da. Tê gotin careke din li dijî svîlan gaza sarîn hatiye bikaranîn.
04.04.2017, Sal - 09:07
Lİ bajarê îdlibê êrişa bı kîmyewî
Nuçe Belav bike

Li bajarê Idliba Sûriyê jiber gaza jehrî bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest da. Tê gotin careke din li dijî xivîlan gaza sarîn hatiye bikaranîn.

Li Sûriyê wêneyê bi dehan jin û zarokên ji ber gaza jehrî ketine belav kirin û diyar kirin, ku ev kes ji ber gaza sarîn li bajarê Idlibê hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşeke bi çekên kîmyewî de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Şahidên bûyerê dibêjin di êrîşê de gaza sarîn hatiye bikaranîn. Lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin.

Bajarê Idlibê niha di destê opozîsyona Sûriyê de ye û Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê hewla kontrolkirina bajêr dide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1770 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:03